VAN
Li Wanê ji aliyê endamên PKKya rêxistina terorê va êrîşeke bimayîn li trêna rêwiyan hat kirin. Mayîn dema ku trên diçû teqiya.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, trên ji Îranê dihatê Tirkiyeyê û dema ku ji Deriyê Kapikoy-Raziyê ya navçeya Sarayê derket, di saet 00.15an de ji aliyê PKKya rêxistina terorê va êrîşeke bimayîn lê hat kirin.
Di encama êrîşê de makînîst Tahirhan G. birîndar bû. Makînîstê birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê.
Hat diyarkirin ku trên ji ber xisara dît hat sekinandin û rêwî jî bi otobêsan birin bajêr.
Ji bo girtina terorîstan li herêmê operasyonê dest pê kir.