09 Tebax 2020•Rojanekirin: 11 Tebax 2020
Li Wanê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da çek û muhîmat hatin girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ji bo îmhekirina şikeft, stargeh û depoyên rêxistina terorê, li navçeya Başkaleyê li devera gundewarên Taxa Esenyamaçê operasyon li dar xist.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di operasyonê da 10 kîlogram eroîn, 2 AK-47 çeka piyadeyan kalaşnîkof, 3 narincok, 4 şarjor û qederek fîşengên kalaşnîkofê, 3 şarjorên çeka piyadeyan M16 hatine bidestxistin. Li herêma me ji bo ewlehî û aramiya gel, operasyonên me dê bênavber bidomin."