Haydar Şahin
07 Nîsan 2020•Rojanekirin: 08 Nîsan 2020
Li Xoya bajarê Îranê erd bi lerza 5,9an hejiya taxên li Başqeleya navçeya Wanê jî di tesîra erdhejê da man. Ji bo dîtina hewcedariyên welatiyan xebat dewam dikin.
Ji bo erdhejzedeyên hemû hewcedariyên wan tên dîtin bi destê Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr li Taxa Ozpinarê 146 konteyner hatin avakirin.
Bi temamkirina xebatên binesaziyê konteyner hatin amadekirin û malbatên erdhejzede di konteyneran da bicî dibin.
Osman Uçarê Midûrê Bajêr ê AFADê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo erdhejzedeyên piştî erdhejê di konan da hatib bîckirin di demeke kin da konteyneer ava kirin.
Uçar destnîşan kir ku piştî temamkirina binesaziyê ji bo malbatan 140 ji bo mamosteyan jî 6 konteyner ava kirin û wiha pê da çû:
"Me dest pê kir malbatan di konteyneran da bi cî dikin. Di konteyneran da mitfax, lavabo û ode hene. Xêncî vê me 4 konteynerên tê da lavaboyên jin û mêran jî hene û wekî mescid tên bikaranîn jî ava kirin. Malbat gihîştin rewşên germ, ferah û tendurist. Li 5 taxên me yên din ên tesîra erdhejê lê çêbûn jî xebatên binesaziyê û avakirina konteyneran dewam dike."