Önder Beyter
07 Nîsan 2020•Rojanekirin: 11 Nîsan 2020
Midûriyeta Ewlekariya Mêrdînê bi Tirkî, Erebî û Kurdî klîp kişand û bangî gel kir ku "Li malê bimîne".
Polês û notirvanên ku di Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê da peywirdar in, ji bo ku piştgiriyê bidin tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), li ciyên dîrokî û turîstîk ên bajêr klîp kişand.
Di klîpa ku bi Tirkî, Erebî û Kurdî hat amadekirin da wiha hat gotin, "Hemşehriyên me yên ezîz, derketina derva ji bo welatiyên me yên ji 65 saliyê jortir û ji 20 saliyê piçûktir teqez qedexe ye. Ji bo tenduristiya we û hezkiriyên we, mayîna we ya li malê zehf girîng e. Heger pêwîst nebe dernekevin derva. Jiyan di mal da bi cih dibe, li malê bimîne Mêrdîn."
Ekîbên Ewlekariya Navçeya Kiziltepeyê jî di kontrolên li têketina bajêr da klîpa ku welatiyan bi 3 zimanan hişyar dike, kişand.
Di klîpa ku bi Tirkî, Erebî û Kurdî hat amadekirin da wiha hat gotin, "Em ji bo we li ser peywira xwe ne, hûn jî li malê bimînin. Di vê serdemê da serxweşiyê bi têlefonê bidin hev. Brêz ajokarên Kiziltepeyî, di dema çûn û hatinê da bala xwe bidinê ku welatî pabendî rêgeza mesafeya sosyal bin. Ji bîr nekin ku vîrus ji tedbîrên ku tên sitandin bihêztir nîne. Li mala xwe bimîne Kiziltepe, li mala xwe bimîne Mêrdîn."
Klîp ji ser hesabên walîtî û qaymeqamtiyê yên medyaya civakî jî hatin parvekirin.