Yılmaz Kazandıoğlu
05 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2024
VAN (AA) - Li Wanê di operasyona polêsan da sîlahên bêruxset hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr hat dayîn, ekîbên Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtî û Sûcên Organîze li ser kesên ku sûcê "Mixalefeta Qanûna bi jimara 6136an" kirin, xebat da destpêkirin.
Li ser sê xaniyan operasyon hat kirin û tivinga kalaşnîkofê ya AK-47ê û 39 fîşengên vê sîlahê, tivinga lûledirêj, biyîv û mawzerê, demançeya bêruxset û 17 fîşengên wê, tivinga nêçîrê ya bêruxset û 47 kartuşên tivingê hatin bidestxistin.
3 gumanbar hatin binçavkirin.