ADANA
Li Zanîngeha Çûkûrovayê komekê, ji ber salvegera bûyera Ûlûdereyê ku 34 welatî hatibûn kuştin, daxûyanî dan çapemeniyê.
Rayedarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên bajêr û komeke xwendekaran xwestin ku bimeşin. Lê polêsan bûyerên ku du roj berê di navbera du komên ji hev cuda difikirin de derketibûn bi bîr xist û ji ber vê jî ji bo li wê derê meşê destûr neda.
Kom li derekî din meşiya, li ser navê wan Serokbajarê BDPê Ûgûr Bayrak daxuyanî da û xwest ku ew bûyera ku tê de 34 kes hatibûn kuştin, bila bê zelalkirin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê kom hinekî meşiya û paşê jî belav bûn.
- Bûyer
Di 28ê kanuna sala 2011an de komek li ber sînorê Iraqê yê nêzî Ûlûdereyê hatin tespîtkirin. Hêzên Hewayî yên Tirk bi balafirên şer li ser wan operasyon li dar xistin. Piştî operasyonê 34 kesên ku qaçaxçîtî dikirin hatin kuştin û li gundê Gulyaziyê jî hatin veşartin.