07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê xebata rûxîna 700 avahiyên ku ji ber êrîşên terorîstan têk çûbûn, temam bû.
Li navçeya ku bona aramî û ewlekariyê di navbera 13ê adarê û 20 nîsanê da qedexeya derketina derva hatibû ragihandin û "Operasyona Çawişê Pispor ê Cendirme Ramazan Gulle" hatibû lidarxistin û herwiha li navçeyê gelek xanî ji ber êrîşên mensûbên rêxistina terorê PKKyê têk çûbûn. Li vir avahiyên ku bona wan biryara rûxînê derketiye, tên rûxandin.
Li gorî Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Parêzgehê, ji bo ku di kurtedemekê da xebatên rûxîn û kavilê kuta bin, digel firmaya heyî fîrmayeke nû jî tevlî xebatan bû.
Di çarçoveya xebatan da rûxîna 700 avahiyên ku ji 2 hezar daîreyî pêk tên û xesareke mezin tê da çê bibû, kuta bû.
Di vê navberê da hat destnîşankirin ku xebatên rûxîn û kavilê dê zivistanê jî berdewam bin.