BATMAN
Pêlîstokên ku di çarçoveya projeya "Hezar zarok, hezar dilên germ" de hatin komkirin, li zarokên êzdî yên ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn û xwe sipartin Beşîriya navçeya Batmanê, hatin belavkirin.
Saziyek perwerdeyê ji bo zarokên êzdî projeyek wiha da destpêkirin û di çarçoveya projeyê de hezar pêlîstok hatin komkirin.
Mamoste û xwendekarên ku piştgirî dan projeyê, pêlîstokên ku hatin komkirin birin kombajarê ku zarokên êzdî lê dijîn û li zarokan belav kirin.
Damezrînerê saziya perwerdeyê ya ku proje da destpêkirin Ramazan Bozkûrt diyar kir ku wan di çarçoveya projeyê de ji bo zarokên êzdî pêlîstok komkir.
Bozkûrt got ku wan berpirsiyariya xwe ya civakî bi cih anî û wiha dewam kir: "Ev zarok di van rojên sar û serma de, ji welatên xwe dûr, di nav êş û eleman de dijîn. Me digel mamoste, xwendekar û malbatên xwendekarên xwe di çarçoveya projeya berpirsiyariya civakî de, berpirsiyariya xwe bi cih anî. Em pêlîstokên ku kombûn li zarokên êzdî belav dikin."