IGDIR
Li Îdirê ji ber ferqa tefsirê ya di navbera mezhebên sunî û ceferî de ji bo mexrebê du caran mele azan didin.
Li Îdirê netewe û mezhebên cihê cihê dijîn. Di rojiyê de ji ber ferqa tefsirê ya di navbera mezheban de di dema azanê de 7 deqîqe ferq heye.
Li navenda bajêr li mizgeftekê piştî ku ro diçe ava li gor saeta Serokatiya Karên Diyanetê mele azan dide û welatiyên sunî fitara xwe vedikin, lê welatiyê ceferî fitara xwe venakin.
Li gor mezhebê ceferiyan jî ji bo azana mexrebê divê derva tarî bibe û li mizgefteke din jî 10 deqîqe bi şunda mele azan dide.
Ji ber cudahiya di navbera her du mezheban de li bajêr di saeta fitarê de 7 deqîqe ferq heye.
Serokê Komeleya Alimên Ehlê Beytê ya Îdirê Velî Beder daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bingeha hemû mezheban yek e, lê ji hêla tefsirê ve di navbera mezheban de ferq hene.
Beder wiha got: "Li gor baweriya me divê ji bo ku bibe mexreb tarî bikeve erdê. Ferqa di navbera ehlê sinet û ceferiyan de ev e."
Beder diyar kir ku ji ber vê jî ferqa demê derdikeve û wiha axivî: "Li gor suniyan ro here ava mexreb dibe, lê gor me divê ew zereqiya tavê winda be û tarî bikeve erdê. Ji ber vê jî di navbera her du mezheban de 6-7 deqîqe ferq heye."
Beder wiha dewam kir: "Ji xeynî vê ferq tuneye. Welatî jî hînî vê rewşê bûne. Ceferî jî sunî jî demê dizanin û ev di navbera her du mezheban de nabe pirsgirêk."