ANKARA
Rûniştina ewil a Ezmûna Hilbijatinê ya Personelên Kamûyê (KPSS) ya ji bo mamostetî û kadroyên ji koma A û Byê dest pê kir.
Ezmûn ji aliyê Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) ve li 81 bajar û Lefkoşayê hat lidarxistin.
Di rûniştina ewil de dê namzed 120 pirsan bibersivînin. Maweya rûniştinê jî 120 deqîqe ye. Rûniştin di 09.30an de dest pê kir û dê di saet 11.30an de bi dawî bibe. Namzed dê di saet 14.00an de bikevin rûniştina duyem. Di rûniştina duyemîn de dê namzed 80 pirsan bibersivînin. Maweya vê rûniştinê jî 100 deqîqe ye.