TEHRAN
Li bajaroka Boşkanê ya li ser eyaleta Bûşehrê ya ku dikeve başûrê rojhilatê Îranê bi lerza 5.2an erdhej çêbû.
Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê eşkere kir ku erdheja bi lerza 5.2an 10 kîlometro di bin erdê de qewimî û navenda wê jî bajaroka Boşkanê ye.
Heta niha agahî nehat dayîn ka gelo tu kes miriye an tu zirara madî çêbûye an na.
Roja sêşemê li heman bajarokê ya ku wir "Tesîsa Nûkleer a Bûşehrê" heye bi lerza 4.4, li bajaroka Şonbehê bi lerza 5.3yan erdehej çêbibû.