ANKARA
Federasyona Rojnamevanên Îhtisasê ên Çapemeniyê (MÎGFED) daxuyaniyeke nivîskî da û got biryar hat dayîn ku rojnamevanên pispor ên ku nûçeyên gelek beşên wekî polîtîka, werziş, dîplomasî, aktualîte, perwerde, tenduristî, tûrîzm, hawirdor, jin, aborî, magazîn, bajar, xurek û çandê de bi "çavê rojnamevaniyê" şopandin, xelatê bidin kes an jî saziyên ku di van beşdan de bi ser ketine.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku Lijneya Îstişareyê ya Bilind a ku ji 33 kesan pêk tê, meha borî civînek li dar xistin û li Tirkiyeyê û cîhanê rayedarên dewletê, sazî û dezgehên kamûyê, rêxistinên sivîl ên civakî, kesên ku di beşên çand, huner, tebduristi, hawirdor û werzişê de serkeftî ne diyar kirin.
-Xelat
Xelatên "Oskarên 2014an ên Serkeftinê yên Tirkiyeyê" yên ku Lijneya Îstişareyê ya Bilind a Îhtisasa Çapemeniyê bi yekdengî diyar kirin wiha ne:
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku "Li emanetê gelê tirk xwedî derket, Tirkiye di her qadê de pêş xist û anî asteke wisa ku bi welatên cîhanê re dikeve pêşbaziyê û digel van di nav 12 salên dawîn de di hemû hilbijartinên ku beşdar bûyê de bi ser ket" wek rayedarê dewletê bû xwediyê Oskara Serkeftinê. Oskara Serkeftinê dan Wezîrê Berê yê Ragihandinê û Parlementerê Îzmirê Bînalî Yildirim û Serokê Şaredariya Mezin ê Ankarayê Melîh Gokçek jî.
"Oskarên Tirkiyeyê yên 2014an" jî dan Rektorê THKyê Prof. Dr. Unsal Ban, TRT û TÎKAyê.
-Xelat dan AAyê
Xelatên ku MÎGFEDê di kategoriyên curbicur de dan jî hatin diyarkirin. Li gor vê yekê ji ber ku bi armanca ku bibe yek ji ajansên herî baş ên cîhanê xebatên xwe bê navber berdewam dike, xelat dan Anadolu Agencyê.
-Xelatên din ên di kategoriyên curbicur de jî wiha ne.
Hîndekarê Şaxa Makezanista Cerrahiya Rekonstruktîf û Plastîk ê Zanîngeha Akdenîzê (ZA) Prof. Dr. Omer Ozkan, Arda Tûran, Tîma Voleybeolê ya Jinan a Vakifbankê, Acûn Ilicali, Beyazit Ozturk, Konya Şeker-Recep Konuk, Turkcell, AFAD, Rojnameya Bartinê, Rojnameya Yenî Asirê, Rojnameya Yenî Adanayê, Guler Sabanci, Ajansa Lowe Îstanbûlê, hurriyet.com.tr, Şaredariya Seferîhîsarê, Arçelîk."
-Oskarên Aştî û Dostaniyê ya Navneteweyî
Lijneya Îstişareyê ya Bilind xelatên di kategoriya "Oskarên Aştî û Dostaniyê ya Navneteweyî" jî da Serokdewletê Kazakistanê Nûrsûltan Nazarbayev, Serokdewletê Azerbaycanê Îlham Eliyev û Serokwezîrê Arnawûdiyê Edî Rama.
Xelatan dê bi merasima ku meha bê li Enqereyê bê lidarxistin, bidin xwediyên wan.