ÎSTANBUL
Li gorî daxuyaniya ku ji Midûriyeta Ewlehiyê hat dayîn, ji ber şahiyê di navbera saet 14.00 û 15.00an de di heyama ji Ewropayê ber bi Anadoluyê ve derbasbûnê de rêya D-100 a Zîncîrlîkûyûyê, rawestgeha Metrobûsan (îstiqameta Beşîktaşê), ji kolana Barbarosê heta pira Saît Çîftçî, veqetîna Bêşîktaş-Levent a başûr, rêya ji turnîkeyên FSMê tê, veqetîna ji başûr tê û tevlî bakurê dibe, ji çûnûhatinê re tê girtin. Ajovanên ku dê li ser pira yekemîn re herin wê derbasî pira duyemîn bikin.
Li gorî verastkirina nû, di îstİqameta ji Anadoluyê ber bi Ewropayê ve de rê nayên girtin.
Walî Mûtlû li ser Twîtterê îlan kir
Ji hêla din ve der barê mijarê de Waliyê Îstanbûlê Huseyîn Avnî Mûtlû li ser hesaba xwe yê Twîtterê ev peyam weşand: "Îro li ser pira Bogazîçiyê dê şahiyek bê lidarxistin. Ji ber şahiyê di navbera saet 14.00 û 15.00an de di heyama ji Ewropayê ber bi Anadoluyê ve derbasbûnê de rêyê herî zêde saetekê bê girtin. Ji ber vê şahiya navneteweyî di derbasbûna Asyayê de seferên metrobûsa yên her du aliyan jî dê dewam bikin.