'Turkish Airlines Open 2013' a ku beşa 3yemîn ya seriya fînalê ya Tura Ewropayê ya PGAyê dê di navbera 7 û 10ê kanûna pêşîn li Antalyayê bê kirin. Tîger Woodsê ku li cîhanê nav daye ji bo turnuvayê hat Tirkiyeyê û li ser pireya ku her du parzemînan digihîne hev, bi çovê xwe yê golfê ji Asyayê lêdanek dîrokî ber bi parzemîna Ewropayê kir.
Ji bo rapêşiyê li ser pireyê qadeke taybet hat çêkirin û ji çapemeniya neteweyî û ya nevneteweyî gelek saziyan rapêşî bi awayekî zindî weşand. Digel Serokê Federasyona Golfê Ahmet Agaoglu, Midûrê Werziş û Xizmetên Cîwaniyê yê Bajêr Îbrahîm Koç, gelek nûnerên saziyên çapemeniyê rapêşî di cihe wê de temaşe kirin.
Tîger Woods nîv saet dereng hat Îstanbulê û ji ber vê yekê rapêşiyan jî 20 deqîqeyî dereng dest pê kir. Woods bi balafira xwe ya taybet ji Şangayê hat Balafirgeha Sabîha Gokçan û ji vir jî hat qada rapêşiyê. Woods piştî ku 10 lêdan kirin li ser platformê ji bo rojnamevanan poz da.
Lêdanên Woods bi firokeyan ji hewayê hatin kişandin.
Aliyekî pireyê ji bo saetekê hat girtin.
Ji bo rapêşiya lêdanê ya Tîger Woods rêya derbasbûna ji Asyayê ber bi Ewropayê ya Pireya Bogazîçiyê di navbera saet 14.00 û 15.00an de ji bo hatûçûyê hat girtin.
Di organîzasyonê de bergiriyên fireh hatin girtin û şerîdeke rê ji bo metrobusan vekirî hiştin.
Hat dîtin ku ajokarên ji aliyê din ve tên bi telefonên xwe yê destan ve dîmenên Tîger Woods dikşînin.
- "Rojnamevanan eleqeke mezin nîşan da"
Rojnamevanan eleqeke mezin nîşan da vê organîzasyona girîng ya beriya Turnuvaya Golfê ya "Turkish Airlines Open 2013"an. Dema lêdana dîrokî hat kirin, destûr dan ku rojnamevan ji ser otobusan bi qasî 12 deqîqeyan dîmenan bigirin.
Tîger Woods jî ji bo wêne kişandin û dîmen girtinê lêdanên xwe demekê berdewam kir.
Woods dê vegere Balafirgeha Sabîha Gokçen û bi balafira xwe ya taybet biçe Antalyaya cihê turnuvayê.