ŞIRNAK
Li Silopiyê komekê kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemeza ku 2 sal berê li Parîsê hat kuştin protesto kir û polêsan midaxeleyî komê kir.
Komê li ser rêya Îpekyoluyê çalakiya bêdestûr kir.
Kesên di komê da guh nedan hişyariyên polêsan û bi kevir, ço, molotof û fişekan êrîşî polêsan kirin.
Piştî ku polêsan midaxeleyî komê kir, yên di komê da di nav kuçe û kolanan da bela bûn.
Cizre
Li Cizreyê komekê kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemeza ku 2 sal berê li Parîsê hat kuştin protesto kir û polêsan midaxeleyî komê kir.
Komê li ser kolana Nisêbînê çalakiya bêdestûr kir. Koma ku piraniya wan jin bûn bi konteyneran barîqat çêkirin û rê girtin.
Piştî ku polêsan midaxeleyî komê kir, yên di komê da di nav kuçe û kolanan da bela bûn.
Kom li ser kolana Orhan Dogan cardin civiya û kevir û molotof avêtin wesaîtên polêsan.
Kom li ser midaxeleyê bela bûn.