ÎZMIR
Piştî ku li navçeya Menderesê di 4 mirîşkên işkbûyî de şêwba çûkan hat tespîtkirin û şûnde tax hildan karantînayê.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Îzmirê Ahmet Guldal ji peyamnerê AAyê re got ku li hewşa maleke li taxa Gumuldur Fevzîçakmakê hefteyek berê 4 mirîşk işk bûn û li ser şika xwediyê xanî, lêkolîn hat kirin.
Guldal destnîşan kir piştî ku hat misogerkirin di mirîşkan de vîrus heye, wan tax hildan karantînayê û ewê li taxê biqasî 700 mirîşkî îtlaf bikin.
Guldal diyar ku vîrus di mirîşkên li hewşa malê de hat dîtin û ew di tesîsa entegre de rastî tu bereteyê nehatin û wan tevdîrên hewce stendin.