ŞIRNAK
Di dema bûyerên 6 û 7ê cotmehê de polêsan wexta ku midaxaleyî bûyeran kiriye, di hundurê wesayîtên bizirx de gotinên nebaş gotine, kirinên nebaş kirine û xaza îsotê avêtine. Walitiyê ragihand ku der heq van her 4 polêsan de jêpirsînê dest pê kir.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, li navçeya Cizîrê di dema bûyerên 6 û 7ê cotmehê de polêsan wexta ku midaxaleyî bûyeran kiriye, di hundurê wesaîtên bizirx de gotinên nebaş gotine, kirinên nebaş kirine û xaza îsotê avêtine. Li ser dîmenên ku di medyaya civakî de hatin weşandin, der heqê 4 polêsan de jêpirsîna îdarî dest pê kir.