06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ÎZMIR
Li Karaburuna navçeya Îzmirê 22 biyaniyên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derkevin dervayê welêt hatin derdestkirin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di çarçoveya pêşîlêbirîna derbasbûnên dereqanûnî da li Taxa Salmanê komeke ku di nav erazî da xwe veşartibû tesbît kir.
Yekê wan welatiyê Somaliyê yên din welatiyê Sûriyeyê, 9ên wan zarok, 3yên wan jin bi tevahî 22 kesên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî giravên Yewnanistanê bibin hatin derdestkirin.
Piştî karûbarên li Fermandariya Cendirmeyên Karaburunê kesên biyanî teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.