06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci destnîşan kir ku AA bi hêza xwe ya ku pala xwe dide milet va çawa ku duhê di Berxwedana Neteweyî da bû dengê gel, her wisa vê axiriyê jî di 15ê Tîrmehê da bû dengê gel û wê bi berdewam li ser vê erka xwe be.
Kazanci di peyama xwe ya ku bi wesîleya 97emîn salvegera avabûna AAyê va belav kir da, da bibîrxistin ku bi qasî qirnek beriya niha milet bi hev ra li dijî dagîrkeriya li ser axa welat derket û AA jî wê demê bû yek ji sembolên berxwedanê û herwiha niha jî 97emîn salvegera wê tê pîrozkirin.
Şenol Kazanci bal kişand ku hêzên dagirker û hevalbendên wan ên ji herêmê ji bo şikandina Berxwedana Neteweyî xeberên bêbingeh belav kirin û ji ber hindê jî li ser telîmata Gazî Mustafa Kemal Ataturk, Ajansa Anadoluyê di 6ê Nîsana 1920an da hat avakirin da ku rê li ber fealiyetên propagandayê yên ku armanca wan şikandina baweriya xelkê Anadoluyê ye, bigire. Kazanci herwisa bal kişand ku piştî 97 salan, AA hê jî li ser heman bawerî û erkê ye, bi pergala xwe ya dînamîk ku xwe timî teze dike va dixebite û îro roj li dinyayê çalaktirîn û bibandortirîn yek ji ajansên navneteweyî ye.
Dîsa Kazanci got ku Ajansa Anadoluyê tevî tora peyamnerên xwe yên li 86 welatan, bi 11 zimanî nûçe, wêne û dîmenan pêşkêşî aboneyên xwe yên li 45 welatan dike. Kazanci ragihand ku hedefa AAyê ew e ku di 2017an da spanyolî û endonezî jî bi xwe nava tora zimanên xwe yên weşanê.
Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kazanci di peyama xwe da wiha got:
"Ajansa Anadoluyê bi hêza xwe ya ku pala xwe dide milet va çawa ku duhê di Berxwedana Neteweyî da bû dengê gel, her wisa vê axiriyê jî di 15ê Tîrmehê da bû dengê gel û wê bi berdewam li ser vê erka xwe be. AA ji aliyekê va hemû rûdan û geşedanên li çarheqalê dinyayê radigihîne aboneyên xwe, li aliyê din jî çîroka Tirkiyeyê ji dinyayê ra dibêje. Em îro 97emîn rojbûna AAyê pîroz dikin. Bi vê wesîleyê va ez li ser navê hemû xebatkarên AAyê yên berê û niha, salvegera avabûna ajansa me pîroz dikim û herwiha ji ber alîkariya wan, spasiya Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê me birêz Bînalî Yildirim û Alîkarê Serokwezîrê me birêz Numan Kurtulmuş dikim."