04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Lêpirsîna der barê êrîşa terorê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku tê da Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî hatibû kuştin, 2 polês cangorî bibûn û nûçegihanekî AAyê birîndar bibû, didome.
Piştî ku di pêşotopsiyê da derket ku Tahîr Elçî bi gulleyekê û ji mesafeya dûr va hatiye kuştin, li ser wê egerê tê rawestan ku gulle ji aliyê xendeq û barîkatên ku ji aliyê terorîstan ve hatine çêkirin, hatibe.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve tê birêvebirin da, polês û cendirme digel ekîbên krîmînal bi hev ra dixebitin. Delîlên ku tên komkirin, di taqîgehên cendirme û emniyetê da bi şiklekî hûrbîn, tên lêkolînkirin. Bi seroktiya Walî Huseyin Aksoy maseyeke qeyranê hatiye sazkirin û zanyarî û delîlên ku tên bidestxistin ji bo vê maseyê tên şandin.
Di çarçoveya lêpirsînê da, analîza dengên di dîmenan da tê kirin. Bi vê analîzê wê bê tesbîtkirin bê ka deng ji kîjan çekê derketiye.
- Xebata hevkarî digel TUBÎTAKê
Ji bo safîkirina bûyerê ekîbên polês û cendirmeyan, xebatên xwe bi hevkarî digel Saziya Lêkolîna Zanistî û Teknolojîk ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) birêve dibin.
Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku, piştî stendina îfadeya wî, A.Syê ajokarê taksiya wê bûyera ku Karmendên polês Ahmet Çiftaslan û Cengiz Erdur cangorî bibûn, hat berdan.