Li gor bernameya hilbijartinê, lîsteyên hilbijêran di 14ê adarê de li mixtariyan hat daliqandin û ev lîste wê hetanî 27ê adarê daliqandî bimînin. Di heman dîrokê de li ser navnîşana "www.ysk.gov.tr"yê lîsteyên kutûka hilbijêrên derveyî welêt hatibû îlankirin, ev lîste jî wê di 27ê adarê de were rakirin.
Ji bo îtîrazên lîsteyan biryar wê di 29ê adarê de werin dayîn.
Partiyên siyasî yên ku wê beşdarî hilbijartinê bibin, wê lîsteya namzedên xwe heta 7ê nîsanê herî dereng saet 17.00an bidin LHByê, di 24 nîsanê de lîsteya namzedan ya dawiyê û namzedên serbixwe wê were îlankirin.
Hilbijêr li hemû welêt wê 7ê hezîranê roja yekşemê di navbera 08.00 û 17.00an de rey biavêjin. Heke ku saet bibe 17.00 lê hê jî li ser sandoqê hin kes ji bo dengdayînê sekinîbin, wêçaxê serokê sandoqê dê wan bijmêre û bi dorê ve destûrê bide wan ku reya xwe bavêjin.
Li dergehê gumrukan û nûnertiyên derveyî welat reyavêtin dê di 8ê gulanê de dest pê bike û heya 7ê hezîranê saet 17.00an dewam bike. Li gor biryarê deriyên gumrikê yên ku hilbijêr dikarin wir dengê xwe bidin wiha ne:
"Rêbeja Gurbûlakê, Rêbeja Turkgozuyê, Rêbeja Sarpê, Rêbeja Kapikûleyê, Rêbeja Îpsalayê, Rêbeja Hamzabeyliyê,Rêbeja Pazarkûleyê, Rêbeja Esendereyê, Rêbeja Dîlûcûyê, Rêbeja Derekoyê, Rêbeja Xabûrê, Balafirgeha Şakîrpaşayê, Balafirgeha Esenbogayê, Balafirgeha Antalyayê, Balafirgeha Eskîşehîrê, Balafirgeha Elazigê, Balafirgeha Gazîentabê, Balafirgeha Hatayê, Balafirgeha Elazigê, Balafirgeha Ataturkê, Balafirgeha Sabîha Gokçenê, Balafirgeha Adnan Menderesê, Balafirgeha Erkîletê, Balafirgeha Leşkerî ya Konyayê, Balafirgeha Dalamanê, Balafirgeha Bodrûm-Mîlasê, Balafirgeha Samsûnê, Balafirgeha Trabzonê, Balafirgeha Zongûldakê, Lengergeha Kaşê, Lengergeha Kûşadasiyê, Lengergeha Ayvalikê, Lengergeha Îskenderûnê, Lengergeha Îzmirê, Lengergeha Çeşmeyê, Lengergeha Derînce, Lengergeha Mersînê, Lengergeha Taşûcûyê, Lengergeha Fethiyeyê, Lengergeha Marmarîsê, Lengergeha Bodrûmê û Lengergeha Samsûnê û deriyên gumrikê."
Hejmara parlementerên bajaran
LBHyê li gor daneyên 2014an a nifûsê kontenjana bajaran a ji bo parlementeran diyar kir. Li gor vê parvekirina kontenjanên bajaran ên ji bo parlementeran wiha ne:
"Edene 14, Semsûr 5, Afyonkarahîsar 5, Agirî 4, Amasya 3, Enqere 32, Antalya 14, Artvîn 2, Aydin 7, Balikesir 8, Bilecîk 2, Bîngol 3, Bedlîs 3, Bolu 3, Burdur 3, Bursa 18, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizlî 7, Diyarbekir 11, Edirne 3, Elezîz 4, Ezirgan 2, Erzirom 6, Eskîşehir 6, Entab 12, Gîresun 4, Gumuşhane 2, Hekarî 3, Hatay 10, Isparta 4, Mêrsîn 11, Stenbol 88, Îzmir 26, Qers 3, Kastamonu 3, Kayserî 9, Kirklarelî 3, Kirşehir 2, Kocaelî 11, Konya 14, Kutahya 4, Meletye 6, Manîsa 9, Meraş 8, Mêrdîn 6, Mugla 6, Mûş 3, Nevşehîr 3, Nîgde 3, Ordu 5, Rize 3, Sakarya 7, Samsun 9, Sêrt 3, Sinop 2, Sêwas 5, Tekirdag 6, Tokat 5, Trabzon 6, Dêrsim 2, Riha 12, Uşak 3, Wan 8, Yozgat 4, Zonguldak 5, Aksaray 3, Bayburt 2, Karaman 2, Kirikkale 3, Batman 4, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Îdir 2, Yalova 2, Karabuk 2, Kilîs 2, Osmaniye 4, Duzce 3."
Partiyên ku wê bikevin hilbijartinê wiha ne:
1- Partiya Dad û Pêşketinê (AK Partî)
2- Partiya Ewil ( Îlk Partî)
3- Partiya Anadoluyê (AP)
4- Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP)
5- Partiya Yekîtiya Mezin (BBP)
6- Partiya Komarê ya Gel (CHP)
7- Partiya Demokrat (DP)
8- Partiya Pêşveçûyinê ya Demokratîk (DGP)
9- Partiya Çepgir a Demokratîk (DSP)
10- Partiya Rêya Rast (DYP)
11- Partiya Kedê (EP)
12- Partiya Ciwan (GP)
13- Partiya Maf û Dadê (HAP)
14- Partiya Maf û Wekheviyê (HEP)
15- Partiya Maf û Azadiyan (HÖP)
16- Partiya Rizgarbûna Xelkê (HKP)
17- Partiya Pêşxistina Xelkê (HYP)
18- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
19- Partiya Doza Azad (HÜDA-PAR)
20- Komunîst Partî (KP)
21- Partiya Demokrat a Lîberal (LDP)
22- Partiya Navend (MP)
23- Partiya Millet (MP)
24- Partiya Milet û Edaletê (MAP)
25- Partiya Tevgera Netewperestiyê (MHP)
26- Partiya Pêşxistinê ya Muhafizekariyê (MYP)
27- Partiya Azadî û Piştgiriyê (ÖDP)
28- Partiya Seadetê (SP)
29- Partiya Lihevkirina Civakî, Reform û Pêşketinê (TURKP)
30- Partiya Kominîst a Tirkiyeyê (TKP)
31- Partiya Weten (VP)
32- Partiya Welat (YP)
Heke der heqê hilbijartinê de pirsên welatiyan hebin, dikarin li "444 99 75"ê bigerin û bersiva xwe hildin. Ji bo kesên derveyî welêt jî nimre wiha ye "0090-312 444 99 75".