Parezvanên gunda yên ku li Rojhilat û Başûrêrojhilatê bi salan dijî rêxistina teorê şer kirin, bi bangewaziya çek danînê ya ji bo PKKyê kêfxweş bûn.
Serokê Federasyona Parêzvanên Gunda û Malbatên Gangoriyan a Mêrdînê Orhan Kandemîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 20 hezarî jê yên dildar bi tevahî 66 hezar parêzvanên gunda li Tirkiyeyê wezîfedar in.
Kandemîr got ku gelek parêzvanên gunda heta niha li Tikiyeyê di şer û pevçûnan de şehîd bûn. Kandemîr got ku parêzvan piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.
-"Em bi dewleta xwe bawer in"
Kandemîr got ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku pêvajoya çareseriyê bigihîje encamekê baş û wiha axivî: "Êdî xwîn nayê rêtin kes nagirî, civata cangoriyan jî bi minasebeta van pêşketin û geşedanan kêfxweş e. Em parêzvan evîndarên çekan nînin. Em bi dewleta xwe bawer in. Dewleta me gavên semîmî diavêje. Daxwaza me ew e ku pêvajoya çareseriyê bigihîje encamekê baş."
-"Bila êdî dayik negrîn"
Abdusselam Oncuyê ku ev 21 sal e ku li Mêrdînê parêzvan e got ku ew bi salan e ji bo yekîtî û silametiya welêt ber xwe didin.
Oncu got ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û wiha dewam kir: "Em jî naxwazin ku êdî dayik bigrîn. Bila ew xwîna ku tê rêtin êdî bê sekinandin."