01 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
ANKARA
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag li Meclisê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Li ser pirsa rojnamegerekî ya "CHP dibêje heke Serokomar gotinên xwe yên li ser biryara Dadgeha Bingehîn (AYM) paşve bikşîne, ew ê vegerin ser masê. Hûn çi dibêjin?" Bozdag wiha bersîv da:
"Çawa ku rexnekirina Birêz Kiliçdaroglu ya AYMê û biryarên wê mafê demokratîk be, wisa jî mafê demokratîk û rast e ku Birêz Serokomar biryarên AYMê rexne bike. Birêz Kiliçdaroglu çima ji vê aciz dibe, ev nayê fêmkirin. Gotinên Birêz Kiliçdaroglu yên li ser darazê, wezîfedarên darazê, biryarên darazê di qeydan da hene. Her roj dibêje. Birêz Serokomar der heqê biryareke ku makezagon û zagonê binpê dike da got ew bawer dike dadgeh li gor peymanên mafên mirovan ku Tirkiye piştgiriyê didê, hereket nake û makezagon binpê kir. Yanî weke her kesî Birêz Serokomar jî dikare bibêje. Ez dirust nabînim ku Birêz Kiliçdaroglu bertekeke wiha da nîşan."
Bozdag li ser pirsa "Hûn biryara AYMê wek binpêkirina makezagonê dibînin?" got ku ew ê der heqê mijarê da daxuyaniyekê bide.
Bozdag li ser pirsa "Divê meriv gotina Birêz Serokomar ya 'rîayet nakim' çawa şîrove bike?" got: "Qey ev biryar wê ji bo Birêz Serokomarê me were sepandin? Ev biryar biryareke kesane ye. Tenê kesên ku serlêdan kirine eleqedar dike. Biryareke ji bo kesên din mecbûrî nîne."
"Der heqê Demirtaş da li Parlementoyê gelek fezleke hene"
Bozdag li ser pirsa "ji bo gotinên xweseriyê yên Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku di Kongreya DTKê da gotibû, gelo fezleke ji Wezareta we ra hat şandin an na?" jî got ku fezlekeyên tên wezaretê ew lêkolîn nakin û ji Serokwezîriyê ra dişînin, Serokwezîrî jî van ji Serokatiya Meclisê ra dişîne, Serokatiya Meclisê jî sewqî Komîsyona Makezagon û Edaletê dike.
Bozdag got ku ew fezlekeyan li cem xwe nahêlin û hewale dikin û wiha dewam kir: "Der heqê Birêz Demirtaş da li Parlementoyê gelek fezleke hene. Fezlekeyên ku tên jî wê bi heman usûlê sewqî Parlementoyê bibin."