01 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
CENEVRE
Alîkarê Serokwezîr Lutfî Elvan diyar kir, divê ku civata navneteweyî di mijara rêxistinên terorê da helwesteke teqez û zelal nîşan bide û bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku PKKê û PYDê wek rêxistina terorê nas bike.
Elvan beşdarî 31emîn Rûniştina Konseya Mafên Mirovan bû û li Ofîsa Cenevreyê ya NYê pirsên rojnamegerên AAyê bersivandin.
- Banga NYê
Elvan diyar kir ku gelek rêxistinên terorê yên wek El Qaîde, DAEŞ, PKK, Boko Haram hene ku hemû dinyayê tehdît dikin û wiha dewam kir: "Divê li dijî van rêxistinên terorê têkoşînê bidomînin. Tenê gotina Tirkiyê têrê nake, divê hemû civata navneteweyî di mijara van rêxistinên terorê da di nav helwesteke teqez da bin, ev pir girîng e."
Elvan got ku sazûmaniyên wek YE, NATOyê û Amerîka di serî da gelek welat PKKê wek rêxistina terorê qebûl dikin. Elvan der heqê PKK û PYDya şaxa wê ya li Sûriyê da bangî NYê kir û wiha got: "Em bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku PKK û PYDê wek rêxistina terorê nas bikin. PYD şaxeke PKKê ye. Ferqa PYDê ji PKKê tuneye. Jixwe daneyên ku van mehên dawîn da hatin bidestxistin vê yekê bi awayekî eşkere derxist holê. Gelek camîayên navneteweyî jî vê yekê ferq dikin."