Sidar Can Eren
09 Mijdar 2022•Rojanekirin: 15 Mijdar 2022
Li Wanê di 9ê Mijdara 2011an da bi lerza 5,6ê erd hejiya û di vê erdheja duyem da Bayram Otel hilweşiya û rojnamegerê xelkê Tunceliyê Cem Emîr jî tê da wefat kir. Di salvegera mirina wî ya 11em da malbata rojanemger Emîr qala ewladê xwe kir.
Nûrten Emîra dayik ji nûçegihanê AAyê ra got ku Cemê kurê wê ji rojnamegeriyê pir hez dikir.
Emîrê diyar kir, ew li ser mirina kurê xwe pir li ber xwe ket û wiha xeberda:
"Ez pir bîra kurê xwe dikim. Erdheja Wanê destê wî ji min qetand. Xerabiya tu kesî nedixwast û dixwast ku her kes ji hev ra baş be. Me bi hev ra têkoşîn dida. Me pir belengazî jî kişand û min di şert û mercên dijwar da zarokên xwe mezin kirin. Me her tişt dît. Lê Cem tu wextî gilî û gazin nekirin. Wî timî ez tesellî dikirim. Wekî bavekî di malê da xwedî li xwişk û birayên xwe derdiket."
Mehmet Alî Demirê bav jî daxuyand ku kurê wî bi firotina rojnameyan dest bi rojnamegeriyê kir.
Emîr daxuyand ku Cem di rojnamegeriyê da çendîn xelat hildan û wiha dewam kir: "Her sal di salvegera mirina wî da hevalên wî yên rojnameger tên ziyareta me. Em bi wan ra qala bîranînên Cem dikin. Mirina Cem ji bo me bû travmayekê. Ez û malbata xwe hê di binê tesîra mirina wî da ne."
Fatma Gulera xatiya Cem jî got ku Cem ji malbat û eqrebayên xwe pir hez dikir, derew nedikir, qedrê meriv digirt û dirust bû.