20 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
DIYARBAKIR
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê ji bo Yasîn Boruyê ku par li Diyarbekirê di dema xwepêşandanên bêdestûr ên ku di 6-7ê cotmehê de bi hinceta Kobanêyê hatin kirin de dema ku goştê qurbanê belav dikir bi êşkenceyê hat kuştin û ji bo hevalên wî merasima bîranînê hat kirin.
Merasima ku ji aliyê Komeleya Di nav Civakê de Belavkirina Nêrîna Ummetê û Jiyandina wê (Ummet Der) ve li hêwaneke konferansêde hat kirin û merasimê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Di bernameyê de îlahî û helbest hatin xwendin û ji bo bîranîna Yasîn Boru û hevalên wî rapêşiya şanoyê hat kirin.
Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgozê hevalê Boru yê ku hat kuştin jî axivî û di axaftina xwe de got ji bo ku kesên ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de hatin kuştin neyên jibîrkirin beşdarî bernameyê bûn û heta ku dinya sax be dê wan tu carî ji bîr nekin.
Gokgoz qal kir ku dê wehşeta PKKya rêxistina terorê ji bîr nekin û wiha axivî: "Di bûyerên 6-7ê cotmehê de wehşeteke ew qas mezin kirin ku nayê jibîrkirin. We kuşt ma hûn çima ji şaneşînê diavêjin? We ew şewitandin. Hûn ji kesên din re dibêjin ku 'Hûn wehşetê dikin?' lê wehşeta rastîn ji aliyê PKKyê ve tê kirin. Di destê kurê min de tenê poşêt hebû. Şexsiyetekî ku şehadetê hez dikir, feqîr û fuqarayê hez dikir û ji înfaqê hez dikir hebû. Ji ber ku em dindar in ev hatin serê me. Em misilman in, canê xwe didin. Em tu carî serî ber tu kesî natewînin."