16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Li Wêranşehra navçeya Şanliurfayê malbateke ji Sûriyeyê di daîreya kalorîferê ya yekodeyî da dimîne.
Qismeke malbatên ji Sûriyeyê yên ku 4 meh berê hatine, yan bi derfetên xwe yan jî bi alîkariya xêrxwazan di malên ku kirê kirine da dijîn.
Malbata Feyal a ku ji 4 kesan pêk tê û sala par hatin Wêranşehrê li taxa Bahçelîevlerê di daîreya kalorîferê ya yekodeyî da dimîne.
Malbat di şert û mercên dijwar da dijî û bi alîkariya kesên di avahiyê da îdare dikin.
Ramîz Feyal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji Reqaya Sûriyeyê ji ber şer xwe sipartine Tirkiyeyê.
Feyal diyar kir ku bi alîkariya ximên xwe li Wêranşehrê bi cî bûne û got ku digel şert û mercên zor li Tirkiyeyê di ewlehiyê da ne.
Feyal diyar kir ku di avahiyê da dergevan e û wiha got: "2 zarokên min hene. Xanima min beravê dike. Ava germ tuneye, lê dîsa jî li gor Sûriyeyê baş e."
Rahîme El Mihemeda xanima Feyal jî diyar kir ku demekê li derva mane û got ku peyra di daîreya kalorîferê ya yekodeyî da cî dîtine.