08 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Wêranşehra navçeya Şanliurfayê di çarçoveya projeya Rêvebirina Birê (şivantî) da sertîfîka li 75 qursiyeran hat belavkirin.
Di encama xebatên Yekîtiya Heywandarên Pez û Bizinan a Şanliurfayê da Midûriyeta Cotkariyê ya Wêranşehrê û Midûriyeta Perwerdeya Gel bi şirîktayî projeya Rêvebirina Birê çêkirin û 120 saet ders dan 75 qursiyeran. Ji bo sertîfîkadayînê merasim hat lidarxistin.
Merasim li Salona Konferansê ya Midûriyeta Perwerdeya Gel hat lidarxistin, Midûrê Cotkariya Navçeyê Siraç Yolcu, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Sînan Ateş, Midûrê Perwerdeya Gel Mahmut Turgut, Serokê Yekîtiya Heywandarên Pez û Bizinan Hasan Ayyupoglu, Serokê Yekîtiya Heywandarên Dêwêr Reşat Kardeniz, Midûrê Şaxa Tenduristiya Heywanan ê Midûriyeta Cotkariya Bajêr Beytar Abdullah Açikgoz, mixtar û cotkar beşdarî merasimê bûn.