Sabri Yıldırım
22 Nîsan 2026•Rojanekirin: 22 Nîsan 2026
Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistina terorê PKKyê va hatine revandin li ber avahiya avahiya Serokatiya Mûşê DEM Partiyê çalakiya xwe berdewam kirin.
Her çarşemê dê û bav li ber avahiya DEM Partiyê ya Mûşê dicivin, wêneyên zarokên xwe hildigirin û bang li wan dikin ku teslîm bibin.
Naciye Sonmez Yildiza ku beşdarî çalakiyê bû ji rojnamevanan ra got ku wan bi salan e ji kurê xwe Osman agahî negirtiye.
Yildizê bang li kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Bi salan e çavên min her tim li rêya te ye. Tu li ku derê bî, heke dengê min dibihîzî, vegere. Ji niha û pê va her tişt bi te va girêdayî ye. Çima tu venagerî? Ew te ditirsînin! Were û teslîm bibe."
Şahînaz Ozcanê jî got, "9 sal in min ji kurê xwe tiştek nebihîstiye. Nizanim sax e yan na. Ez ji vir gazî kurê xwe dikim. Ger dengê min dibihîzî, were. Yên ku teslîm bûn ji xwe ra bike mînak, were û teslîm bibe."