Abdullah Tel
24 Mijdar 2020•Rojanekirin: 25 Mijdar 2020
Veysel Çelîkerê li Gênca navçeya Bîngolê mamostetiyê dike di çarçoveya kampanyaya da destpêkirin da pirtûkan temîn dike û mal bi mal digere û wan teslîmî xwendekaran dike.
Çelîkerê ku li Dibistana Nurî Ozaltin a navçeyê mamosteyê polê ye di pêvajoya têkoşîna dijî şewba Kovîd-19ê da ji bo zarokên bi taybetî ji navendê dûr in û di temînkirina pirtûkan da zehmetiyê dikişînin kampanyayek da destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyaya bi sernava "Ji bo bi sedan zarokî bi hezaran pirtûk" ku li ser medyaya civakî hat belavkirin ji seranserê bajêr esnafan piştevanî da kampanyayê.
Mamoste Çelîkerê pirtûkên ji bo dersê alîkar, yên çîrok û romanan ku bi alîkariya esnafên xêrxwaz berhev bûn bi ber derê xwendekaran. Çelîker di nav 3 mehan da ji 100î zêdetir xwendekaran kir xwedî pirtûk.
Çelîker di dema xwe ya ji ber mamostetiyê dimîne da jî dev ji xebatên perwerdehiyê bernade û bi dildarî heman karî didomîne.
- "Me bi hezaran pirtûk belav kir"
Çelîker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo xwendekar di heyama têkoşîna dijî Kovîd-19ê da ji bo mexdûr nebin Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, rêvebir û mamoste çi ji destê wan bê dikin.
Di axaftina xwe da mamoste Çelîker got ku ji bo alîkariya xwendekaran bikin ew pirtûkên curbecur ên di qada dersan da wek pirtûkên alîkar tên xwendin, temîn dikin û wiha domand: "Daxwaz bi taybetî jî ji xwendekarên me yên ku rewşa malbata wan ne baş e hat. Mala wan ava be esnafên Bîngolê li meseleyê xwedî derketin û piştevanî dan. Me bi hezaran pirtûk temîn kir û ji bo xwendekarên li navenda Bîngol û 7 navçeyên wê bi hezaran pirtûk birin."