Sevim Hatun
25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
Serokomar Erdogan: "Her roj bi namerdî gule berdidin ser esker û polêsên me, dotira rojê hûn bala xwe didinê medyaya PKKyê, çapemeniya Pensîlvanyayê, medyaya Doganê, yên din û mixabin partiyên siyasî derdikevin bêyî şerm û fedî dibêjin 'qesrê ev kir, dewletê ev kir.' Zimanê ku bi kar tînin yek e. Lewra îtifaq çêkirine û navenda jê telîmatan hildidin yek e."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya "Di rêya miletê ya wefayê de sala 20an" a li Hêwana Sporê ya Enqerê bi destê Memûr-Senê va hat lidarxistin bû.
Erdogan wiha got: "Bi dehan salan ji bo wan dijûnkeran wekî hunermend nîşanî me bidin hewl dan. Bi dehan salan ji bo medyaya ku li pêşberî dîkdatoran serî ditewîne dibêje 'yek deng yek reng' wek medyaya herî baş bi me bidin qebûl kirin xebitîn. Bi dehan salan sextekaran wekî alimên dîn nîşanî me dan. Gelî birayên min, min çend roj berê jî îfade kir. Yên ku tabanê wan îbadet, navenda wan bazirganî û tawanê wan jî îxanet bû wiha nîşanî me dan. Lê me vê lîstika wan a kirêt xirab kir. Têkoşîna me ya dijî wan ew ê dewam bike."
-Di hedefa hemûyan da Tirkiya nû heye
Serokomar Erdogan bal kişand ser zimanê çapemeniyê ya Pensîlvanya û PKKyê û wiha axivî:
"Her roj bi namerdî gule berdidin ser esker û polêsên me, dotira rojê hûn bala xwe didinê medyaya PKKyê, çapemeniya Pensîlvanyayê, medyaya Dogan, yên din û mixabin partiyên siyasî derdikevin bêyî şerm û fedî dibêjin 'qesrê ev kir, dewletê ev kir.' Zimanê ku bi kar tînin yek e. Lewra îtifaq çêkirine û navenda jê telîmatan hildidin yek e."
-Em meydanê ji bêedebî û bêedeban ra nahêlin
Serokomar Erdogan: "Li gor vana tenê rêxistina terorê mesûm e yên din hemû sûcdar in. Tirkiyê wek dewleteke ku ji hundir û derve va alîkariyê dide DAEŞa rêxistina terorê nîşan didin, yanî ew ewqas xayin ewqas bêbext û bêrûmet in. Derewan dikin. Bala xwe bidinê ez li vê derê bi eşkereyî îfade dikim, bila kes bêedebiyê neke. Em derewan nakin, em li yekî buhtanan nakin, em ziman dirêjî mahrem û malbatê nakin. Lê bila li qusûrê me jî mêze nekin, em meydanê ji bêedebî û bêedeban ra nahêlin."