İbrahim Atmaca
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Ji ber ku dema wezîfeya Serokê Meclisê Mustafa Şentop kuta bû, hilbijartina Serokatiya Meclisê wê were nûkirin û ji bo serokatiyê heta niha 6 kesan namzediya xwe eşkere kir.
Serokê Meclisê û Parlamenterê Tekirdagê yê AK Partiyê Mustafa Şentop cardin ji bo namzediyê serlêdan kir.
Wekî din ji bo namzediyê Parlamenterê Enqereyê yê CHPyê Haluk Koç, Parlamenterê Stenbolê yê HDPyê Erol Katircioglu, Parlamenterê Gazîantebê yê ÎYÎ Partiyê Îmam Huseyîn Fîlîz, Serokê Giştî yê TÎPê û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş û Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Abdullah Guler serlêdan kirin.
Hilbijartina Serokatiya Meclisê
Li gor hukmên Qanûna Bingehîn ji bo serokatiyê di nav heyameke rêzikdanînê da du hilbijartin tê kirin. Kesê ku pêşiyê were hilbijartin dema wezîfeya wî du sal e, kesê ku cara duyemîn were hilbijartin jî dema wezîfeya wî heya dawiya heyama rêzikdanînê ye.
Hilbijartina Serokatiya Meclisê bi dengên veşartî wê were kirin. Di tûrên yekemîn û duyemîn da ji dengê endaman sê para du par hilde, ango 400 dengan hilde, di tûra sêyemîn da jî divê 301 deng bên hildan.
Di dengana sêyemîn da heke piraniya dengan neyê hildan, du namzedên ku di vê dengdanê da dengên herî zêde standine wê seba wan dengdana çaremîn were kirin. Di dengdana çaremîn da kê herî zêde deng hilde, wê wek serok were hilbijartin.