02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê ji bo mehkûmên bi şert tên berdan, li ser navê kamuyê di şaredariyê da bixebitin, protokol hat îmzekirin.
Midûriyeta Serbestberdanê ya Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê û Şardeariya Şirnexê li edliyeyê merasima îmzekirinê çêkirin.
Mehmet Patlakê Dozgerê Komarê û Turan Berdirhanogluyê bi destê Wezareta Karên Navxweyî bi biryarnameyê wek şaredar hat tayînkirin tevlî merasimê bûn.
Bedirhanoglu diyar kir serbestberdana bi şert cureyekî cezayê ye û wiha got: "Mehkûm wê li ser navê kamuyê di kar û barên şaredariyê da bixebitin."
Patlak jî diyar kir bi vê rêbazê mehkûm tên islahkirin û feydeyê didin civakê.
Peyra Patlak û Bedirhanoglu protokol îmze kirin.