02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê tê kirin di roja 163yemîn da dewam dike.
Di roja 163yemîn da 244 hedefên DEAŞa rêxistina terorê hatin bombekirin.
Balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî li herêmên El Bab, Tadif, Kabbasîn û Bzagahê 83 avahî, 10 wesaîtên bombebarkirî, 2 cebilxane, 2 ciyê kombûnê, depoyek û topek îmhe kirin û di operasyonên esmanî û pevçûnan da 51 terorîst hatin kuştin.
Bi alîkariya wesaîtên tesbitkirinê 244 hedefên DEAŞê hatin tesbitkirin û bombekirin û di operasyonên esmanî û pevçûnan da 51 terorîst hatin kuştin.
Li herêmên ji DEAŞê hatin rizgarkirin 41 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin û ji destpêkê heta niha 3 hezar û 591 teqemenî û 55 mayîn hatin îmhekirin.