29 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
ANKARA
Mehmet Sadik Alturkê alîkarê teknîsyen ê di êrîşa PKKya rêxistina terorê ya ser Midûriya Şaxa Hêzên Ewlekariyê ya Şirnexê da birîndar bibû û li Akademiya Tipa Eskerî ya Gulhaneyê (GATA) dihat dermankirin, şehîd ket.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, Alturkê 26 salî yê Şirnexî li Midûriya Şaxa Hêzên Ewlekariyê ya Şirnexê alîkarê teknîsyen bû, di êrîşa PKKya rêxistina terorê ya 20ê adarê da birîndar bibû û li GATAyê dihat tedawîkirin. Alturkê ku li vir dihat tedawîkirin şehîd bû.
Hat destnîşan kirin ku Alturk zewicî ye. Herwiha bavê Alturk jî gundparêz bû û 4 sal berê şehîd ket.
Cinazê Alturk wê îro li Ortabaga gundê ser Ûlûdereya navçeya Şirnexê bê definkirin.