Bi Besteka Demokratîkbûnê qedexeya sergirtinê rabû û rê vebû ku jinên sergirtî di qamûyê de bi şarpê xebitin. Li ser vê kesên ji ber ku di heyama 28ê Sibatê de serê wan girtî bû û perwerdeya wan nêvî ma, ji ber vê çûn Ewropayê niha difikirin ku bizivirin Tirkiyeyê.
Ji mexduran yên halê wan xweş û an jî yên karîn ji saziyan alîkariyê bistînin berê xwe dan welatên wekî Almanya, Avustralya, Avusturya, Hollanda, Îngilistan û Amerîkayê.
Rewşa hinekan jî qed baş nebû û di karên giran de xebitîn. Lê bi Besteka Demokratîkbûnê qedexeya sergirtinê rabû û rê vebû ku jinên sergirtî di qamûyê de bi şarpê xebitin. Niha mexdur difikirin ku vegerin welatê xwe.
Yên ku bihîstin li Tirkiyeyê qedexe rabû û êdî dê bikarin sergirtî têbikevin qadên qamûyê şanaz bûn, ji wan yek jî Ayşe Gol e. Gol di sala 2001ê de ji Zanîngeha Samsûn Ondokuz Mayisê hat avêtin û di 20 saliya xwe de çû Almanyayê. Golê der barê mijarê de wiha got: "Dema min hevokên Besteka Demokratîkbûnê yên der barê rakirina qedexeya sergirtinê de dixwand, ez giriyam. Dema li vir ji me dipirsîn 'Gelo hûn çima hatin?', min ji ber ku navê welatê min xirab dernekeve, digot ez bi dilê xwe hatim."
Tûba Ozcan jî di Zanîngeha Eskîşehîr Osmangaziyê de dixwand û dema di pola 3yemîn de ji zanîngehê hat avêtin. Ozcanê wiha got: "Heta niha hemî nasên min, ji min re digotin ku 'Venegere Tirkiyeyê, ji ber ku serê te girtî ye tu nikarî kar peyda bikî. Lê piştî Besteka Demokratîkbûnê êdî fikr û ramanên her kesê guherîn."