ANKARA (AA) - Li Ewropayê di 4 lîgên fitbolê yên ku herî zêde li ber çav in de 8 tîmên fitbolê heta niha qet têk neçûne. Li Îtalyayê Roma, li Spanyayê jî Barselona û Atletîco Madrîdê di pêşbirkên xwe yên heyama îsal de her tim li hemberî reqîbên xwe bi ser ketin û hemû pûanên xwe berhev kirin.
Li Ewropayê kelecana fitbolê bênavber didome. Li Îtalyayê 3 tîm, li Fransa û Spanyayê 2 tîm û li Almanyayê jî tîmek heta niha têk neçûn.
Li Îtalyayê di Serîa Ayê de (Lîga 1emîn a Îtalyayê) Roma, Napolî û Jûventûs di 7 hefteyên ku li paş man de heta niha qet têk neçûn. Di nav van tîman de bi tenê Romayê heta niha pûanên xwe winda nekir û 7 hefteyan de 7 pêşbirk qezenc kir û 21 pûan berhev kir. Napolî û Jûventûs jî ji ber ku di pêşbirkeke xwe de beramber man wan jî heta niha 19 pûan kom kir û di Seria Ayê de Napoliyê dişopînin.
Spanya
Di La Lîgayê (1emîn Lîga Fitbolê ya Spanyayê) de jî Bercelona û Atletîco Madrîd di 8 hefteyên ku li paş man de pûan winda nekirin. Di hemû pêşbirkên xwe de li hemberî dijberên xwe serkeftin bi dest xistin û 24 pûan kom kirin. Di La Lîgayê de ji ber avantaja averajê Barselona bi 24 pûanan ve di rêza yekemîn de ye û Atletîco Madrîd jî bi heman pûanan ve di rêza duyemîn de wê dişopîne.
Almanya
Li Almanyayê Bayer Munîh di heyama par de 3 kûpa qezenc kir. Serkeftina xwe ya par niha jî di Bûndeslîgayê (1emîn Lîga Fitbolê ya Almanyayê) de didomîne. Di 8 hefteyên Bûndeslîgayê ku li paş man de di 6 pêşbirkan de dijberê xwe têk bir û di 2 pêşbirkan de jî beramber ma. Bi van encaman di Bûndeslîgayê de 20 pûan berhev kir û di rêza yekemîn de bi cih bû.
Fransa
Li Fransayê jî di heyama fitbolê ya nû de 9 hefte li paş man. Di Lîgûa 1ê (1emîn Lîga Fitbolê ya Fransayê) de Monaco û Parîs Saînt Germaîn di 9 pêşbirkên ku bi reqîbên xwe re kirin de 6 caran bi ser ketin û di 3 pêşbirkan de jî li hemberî dijberên xwe bi beramberiyê qaîl bûn. Bi van encaman her du tîman jî 21 pûan wergirt. Lê ji ber ku averaja Monacoyê zêde ye di Lîgûa 1ê de di rêza 1emîn de cih digre. Bi heman pûanan ve Parîs Saînt Germaîn jî di rêza duyemîn de li pey Monacoyê ye.