Abdullah Tel
19 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2020
Ji ber sînordarkirina derketina derva ya ku di çarçoveya tevdîrên li hemberî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyeyê dawiya heftê tê îlankirin meydan, kuçe û kolanên li Wan, Bitlîs, Mûş û Hekariyê vala man.
Li Wanê sazî û dikanên li dervayî sînordarkirinê ne kar û xebatên xwe didomînin û şêniyên bajêr jî sînordarkirinê binpê nakin û li çar aliyî bêdengî zêde ye.
Meydana Beşyolê û kolanên Cumhuriyet û Kazim Karabekir a cihên herî qelebalix ên bajêr ji ber sînordarkirinê xalî ne.
Ekîbên polêsan li cihên kontrolê sekinîne û wesayîtên derketine derva didin sekinandin û li destûrên wan mêze dikin.
Li Bitlîs, Mûş û Hekariyê jî welatiyan guh dan sînordarkirina derketina derva û kuçe û kolan vala man.
Ekîbên polêsan di nav taxan da bang kirin ku bila welatî ji malên xwe dernekevin.
Xebatkarên paqijkirinê yên şaredariyan jî ji xalîbûna kuçe û kolanan îstifade kirin û dor û berê paqij kirin.