Li navçeya Şemdinliya girêdayî Hekariyê gundiyan jineke ku qrîza dil derbas kir bi darbestan ve 5 kîlometre birin û gihandin ambulansê.
Li gor agahiyan li mezraya Tekeliya girêdayî gundê Gunyaziya ku 15 kîlometre dûrî Şemdinliyê ye Havva Sonmez (40) nexweş ket.
Ji ber berfê rê hatin girtin. Tîmên berfê paqij dikin xebat kirin ku bigîhîjin nexweşê, lê ancax heta kîlometroya 10emîn hatin. Ji ber ku rewşa Sonmezê giran bû, gundiyan ew bi darbestan ve 5 kîlometre li ser milan birin ambulansê. Ji wir Sonmez birin Nexweşxaneya Dewletê a Şemdînliyê û hat ragihandin ku rewşa wê baş e û tê dermankirin.
Ji hêla din li mezraya Sînovaya girêdayî gundê Ekeceka Başkaleya Wanê Feyrûze Demîrhan (62) nexweş ket. Tîmên 112ê yên Servîsa Acîl û tîmên berfê paqij dikin ber bi mezrayê ve çûn lê piştî xebateke 2 saetan ancax gihîştin mezrayê. Li wir tedawiya Demîrhanê ya ewil kirin û pişt re ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Başkaleyê.