24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
P.Syê ku bi salan di qadroya çiya û sazûmaniya bajêr ya rêxistina terorê PKKyê da wekî tenduristvan cih girt, behsa rûyê rastîn ê rêxistinê û peywendiya PKK û HDPyê kir û herwiha destnîşan kir ku ka zarok çawa dihatin xapandin û ji bo serê çiya dihatin birin.
P.Syê ku piştî rûyê rastîn ê rêxistinê dît, revî û xwe radestî hêzên ewlekariyê kir, behsa serhatiyên xwe yên nava rêxistinê kir.
P.S. diyar kir ku rêxistina terorê bi piranî hewil dide ku zarokên malbatên wan perçe bûne û yên ku mibtelayê hişbirê ne, birevîne serê çiya û wiha got, "Bi hêsanî ev kes dixapandin. Zarokên malbatên feqîr û desteng dişandin serê çiya, ne zarokên parlamenter û şaredaran. Ji xwe niha jî zarokên van kesan li serê çiya tunene."
"Min dît ka ew zarokên ku ditirsiyan, çawa dişandin mirinê"
P.S. li xwe mikur hat ku ji ber ew tenduristnas bû, wî dabînkirina dermanan û qenckirina mensûbên birîndar hildida ser xwe. P.S. got ku wî terorîstên birîndar carinan li navenda bajêr û carinan jî li serê çiya derman dikirin.
P.S. got ku gava ew di nava refên rêxistina terorê da ma, ew li malên ku li nava bajêr dihatin kirêkirin dima û wiha dewam kir, "Em carinan li avahiya HDPyê jî diman. Herwiha piştî ku ji aliyê rêxistinê va ez hatim peywirdarkirin û ez 3 mehan li serê çiya mam, min hin pirs ji xwe kirin."
P.S. wiha behsa serpêhatiyên xwe yên serê çiya kir, "Min dît bê ka çawa zarok dihatin xapandin, çek didan destê wan û herwiha ew zarokên ku ditirsiyan çawa dişandin mirinê. Ew rûyê wê yê qirêj û nemerd derket holê. Ev bi rastî jî xerab bû. Min destdirêjiya dijî wan keçên ciwan ên ku bedewên cihanê bûn dît."
- Zarokên birîndar bi teqemeniyên destçêkirî teqandine
P.S got ku zarokên ku emirê wan di navbera 12 û 16 salan da diguhere rêxistina terorê ka çawa perwerdeya îdeolojîk û çekdarî dida wan bi çavên xwe dît û wiha axivî:
"Zarokekî birîndar hebû. Ez wî tu carî ji bîr nakim. 14 salî bû, êdî her roj halusînasyon didîtin. Di gote min 'dayik.' Destê min digirt. Serê xwe dida singê min û bi vî şiklî dinivist. Şibiya pitikekê radiza û ez paşê ji wir derdiketim. Dûmahiyê gotin min ew zarok miriye. Zarokên birîndar hêviya mirinê dihêlan û ew diemilandin. Teqemeniya destçêkirî didan destê zarokên birîndar û paşê ew teqemenî diteqandin. Psîkolojiya min xirab bibû êdî. Tirsa li çavên wan zarokan ez tu carî ji bîr nakim."
- "Heke hûn ji KCKyê nebin nikarin bibin xwedî tu meqamî"
P.Syê got ku rêxistin ji her malbatê dixwest xortek yan jî keçikekê bixapîne û bibe çiyê û wiha dewam kir: "Ji bo vê hedefê jî zarokên ji 18 salan biçûktir û yên vala, bêkar tercîh dikirin. Ji bo çûyîna çiye hûn ewil diçûne avahiya HDPyê ya bajêr. Li wir di qatê serî da rêxistina ciwaniyê heye. Ew eleqedar dibûn. Ji bilî vê komeleya Hemwelatiyê Azad hebû. Divê hûn biçin wir. Piştî demekê hûn dişandine çiyê."
P.S ji ber wan tiştên ku di nav rêxistinê da lê rast hat bangî ciwanan kir û got: "Yên rayedar li kêfa xwe dinihêrin, dixwin, li xwe dikin û yên din jî ji wan ra xizmetê dikin. Bi taybetî jî ez dixwazim bangî keçên me bikim. Di nav rêxistinê da ez bi xwe bûm şahidê dest dirêjiyan. Min dît ku çi tînin serê wan keçikên delal. Bila baweriya xwe bi rêxistinê neynin, dostekî wan hebe ew jî malbata wan e. Bila ji gotinên siyasetmedarên HDPyî ku li meydana dibêjin, bawer nekin. Tiştê ku ez dixwazim bila bala xwe bidin serê serokên şaredariyan û parlementer in. Zarokê wan li kê derê ne. Kurê kîjan parlementerî li kê derê doxtor e?"
P.S di axaftina xwe da îdia kir ku di nav HDP û DBPê kesekî/a bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar nebe, tuneye û wiha pê da çû: "Parlementer, endamên meclisa şaredariyê, serokên şaredariyan van hemûyan di bin banê KCKyê da cih girtine. Wisa nebe baweriya xwe bi wan naynin û vî karî nadin wan. Van wezîfeyên hanê didin kesê ku jê bawer dikin, ew dikarin derkevin astekê bibin parlementer û serokê şaredariyê. Ev di nav rêxistinê da eşkere ye. Heke hûn ji KCKyê nebin nikarin bibin xwedî tu meqamî. Kesên milîs bi rihetî dikarin bên avahiyên partiyê û avahiyên şaredariyê. Têkilî jî ji ser wan tê meşandin."
- "Tu tişt bi qasî kenê dayikekê pîroz nîne"
Di berdewamiya axaftinê da P.S got ku piştî teslîmî hêzên ewlehiyê bû rastî tu muameleyeke xirab nehat û wiha domand: "Derûniya min qet baş nebû û di vê mijarê da hêzên me yên ewlehiyê li min xwedî derketin. Piştî teslîmbûnê rastî îkenceyê nehatim. Ev propagandaya reşkirinê ya rêxistinê ye û dixwaze rê li ber veqetînên ji rêxistinê bigire. Gelek ciwan li ser sînor teslîm bûn. Ka ji wan kîjan rastî muameleyeke xirab hat? Ew hemû ciwan niha li malên xwe ne. Dema ez teslîm bûm bavê min wefat kiribû, diya min li malê bû û rewşa wê qet baş nebû. Dema wê ez dîtim kêfa wê pir hat û pir şa bûn. Tu tişt bi qasî kenê dayikekî pîroz nîne."
- "Çalakiya rûniştinê ya dayikên li Diyarbekirê
P.S der heqê çalakiya dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û ji 3yê îlonê vir da li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiyê rûniştinê didomînin da jî got: "Van zarokan bi xapandinê dibin. Bi qasî ku ez di nav wan da mam zanim gelek ciwanên dixwazin vegerin hene. Ez mînakekê bidim cihekî jê ra dibêjin kampa jinan heye ji bo ku kes ji wê derê nereve erdên dora wê tijî mayîn in. Kesên direvin jî dikarin ji ser Sûriyeyê bên vir. Dayik ji ber çalakiya xwe xwedî heq in û ez hêvîdar im encameke baş derkeve meydanê."