ANKARA
Serokomar Abdullah Gul di peyama xatirxwestinê ya ku ji bo welatiyan weşand de der heqê gelê kurd de wiha got: "Min her tim piştgirî da xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandî, însanî, siyasî û aborî yên welatiyên me yên Kurd."
Dema wezîfeya Serokomar Gul di 28ê tebaxê de diqede û wî jî ji bo welatiyan peyama xatirxwestinê nivîsî û li ser malpera Serokomariyê weşand.
Gul diyar kir ku dema wî dest bi wezîfeyê kir di nav ger û geştên xwe de ewilî çû Wan, Hekarî, Sêrt, Şirnax û Diyarbekirê, di van gerên hanê de rêz û muhebeta ku gel bi wesîleya wî nîşanî dewletê dan dilê wî pir xweş kir û wî jî peyama xwe wiha domand: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên çandî, însanî, siyasî û aborî yên welatiyên me yên Kurd ên ku ji demek berê de didomin, bi dawî bibin, min her tim îlham û piştgirî da."
Serokomar Gul rayeya xwe ya di dewletê de bibîrxist û got ku heta ji destê wî hat ew bê alî tevgeriya û ji bo mijarên ku di rojevê de bûn jî bi hemû partiyên siyasî re bi awayekî rêk û pêk şêwirî.
Destpêka peyama Serokomarê 11mîn ê Tirkiyeyê Gul bi van hevokan dest pê dike: "Ez hatim dawiya wezîfeya xwe ya ku 11mîn Serokomarê Tirkiyeyê bûm. Di xatirxwestina xwe ya ku îro ji we dikim de ez dixwazim bi awayekî samîmî muhasebeya heft salên ku min wezîfe kiriye bikim."
Gul diyar kir ku wek dema ew ji aliyê Meclîsê ve wek vîn a gel hat hilbijartin ewilî deriyên Qesra Çankayayê ji gel re vekir û ji bo gel û dewlet hev hembêz bikin jî hewl da û peyama xwe wiha domand: "Digel fikra xwe ya siyasî heta ji destê min hat ez bê alî tevgeriyam û min ji bo vê yekê jî xwe parast. Ez bi partiyên me yên siyasî re der heqê mijarên ku di rojevê de ne bi awayekî rêkûpêk şêwirîm. Ez bi hikûmetê re bi ahengî xebitîm û ev yek jî ji bo xweşî û aramiya welêt gelek bi kêr hat.
"Ez ji azadiya çapemeniyê û medya civakî re xwedî derketim"
Gul got ku heta ji destê wî hatiye ew ji azadiya çapemeniyê û medya civakî re xwedî derketiye û wiha pê de çû: "Di siyaset û medyayê de hin caran gotinên nexweş dihatin gotin û ji ber vê jî min mecbûrî wan hişyar dikir. Ji bo uslûb û gotinên xweş ên ku di kevneşopiya me de hene di siyaseta me de bên bikaranîn min hewl da û vê kêmasiyê her tim dûbare kir."