Serokatiya Bajêr a Îzmirê ya CHPyê daxuyandibû ku ew ê di kurultayê de piştgiriyê bidin Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu. Înce çû ziyareta Serokatiya Bajêr a Îzmirê ya CHPyê. Ji ber ku Serokê Bajêr Alî Engîn ne li wir bû, Alîkarê Serokê Bajêr ê Karê Rêxistiniyê Bariş Erel û Sekreterê Bajêr Sevda Erdan Kiliç û partiyî Înce pêşwazî kir.
Parlementerê Yalovayê yê CHPyê Înce got ku ew ê ji bo serokatiya giştî bibe namzet û wiha got: "Birêz Serokê Giştî bi duyemînbûna birûmet razî ye, lê ez ne razî me."
Înce di civîna çapemeniyê de daxuyand ku Kemal Kiliçdaroglu nikare partiyê bike desthilat û wiha axivî:
"Ew bi duyemînbûna birûmet razî ye. Lê ez ne razî me. Ez dibêjim desthilatî, Birêz Serokê Giştî dibêje 'Heke têkçûneke mezin nebe, ez ê neçim'. Yanî bi duyemînbûna birûmet razî ye. Rahênerê Fenerbahçe, Galatasaray û Trabzonsporê bibêje ku 'Ez bi duyemînbûna birûmet razî me' serokê kulûbê qet wî li wir dihêle? Ez bi duyemînbûnê ne razî me. Di kuçeyan de, qadan de ez heme."