26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
WASHINGTON
Wezareta Xezîneyê ya DYAyê bi hinceta ku rejima Esed fînanse dikin û ji bo ku ji DAEŞê neftê bikire navbeynkariyê dikin wê der barê 4 kes û 6 şirketan da ku rûs jî di nav da ne mueyyîdeyan pêk bîne.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ji ber tundiya Esed a li Sûriyeyê û hin kesên ji bo ku rejim ji DAEŞê neftê bikire navbeykariyê dikin û di lîsteyê da cî digirin, biryareke wiha hatiye hildan.
Di daxuyaniyê da der barê kes û saziyan da agahî tê dayîn. Li gor vê jî Şirketa Înşeat û Endezyariyê ya HESCO ku ya George Haswaniyê welatiyê Sûriyeyê ye, ji ber ku ji bo rejima Esed ji DAEŞê neftê bistîne navbeynkarî kiriye di lîsteyê da cî digire.
Di daxuyaniyê da tê destnîşankirin ku HESCO li Sûriyeyê li herêmên di destê DAEŞê da kar dike û wek mayîn di meha adarê da jî di lîsteya Yekîtiya Ewropayê da cî girtiye.
Di lîsteyê da navê Mudalal Khuri, Kirsan Ilyumzhinov û Nicos Nicolaou cî digire û bi taybetî jî agahiyên der barê Khuri û Ilyumzhinov da balkêş in.
Di daxuyaniyê da tê diyarkirin ku Khuriyê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Bankeya Financial Allianceya li Rûsyayê nûnerê fînansê yê rejima Esed e. Tê gotin ku Khurî li ser navê Hikûmeta Sûriyeyê û Bankeya Navnedî ya Sûriyeyê dixebite. Wek mayîn 4 şirketên din ên ku Khurî îdare dike di lîsteyê da ne. Di lîsteyê da ev şirket wiha tên rêzkirin: Şirketa Primaxê ya Şêwirmendiyê, Ezegoo, Hudsotrade Limited û Kremsont Ticaret.
Ilyumzhinoyê serokê berê yê Federasyona Kişikê ya Dinyayê û Komara Kalmukayê ku girêdayî Federasyona Rûsyayê, di serî da Bankeya Financial Allianceyê ji ber ku bi fîrmayên Khurî ra têkildar e cî digire. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di dema serokatiya Ilyumzhino da rojnamevanekî ku ticareta offshoreyê lêkolîn dikir bi destê şêwirmendê wî hatiye kuştin.
Nicolaouyê Dîrektorê Şirketa Şêwirmendiyê ya Primaxê ku navenda wê Qibrîsa Başûr e, ji ber ku bi firmayên Khurî ra têkildar in di listeyê da cî digire.
Di çarçoveya lêkolîn û lêpirsînê da hemû xebat û mal û milkên van şexsan ên li DYAyê dan sekinandin û têkiliyên ticarî yên bi amerîkayiyan ra hat qedexekirin.