KARS
Li Sarikamişê cur bi cur nebat hene, siruşt û avhewaya wê xweş e. Bi saya van taybetiyên xwe jî ji bo gelek mêşvanan dibe wargeh. Lê hat diyarkirin ku bi nêzbûna zivistanê ve mêşvanên li zozanên Sarikamişê ku hin ji wan kewarên xwe diguherînin û hin ji wan jî qet cihê kewarên xwe naguherînin dest bi amadehiyên vegerê kirine.
Serokê Odeya Ziraetê Nesîmî Gok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber ku heyama mêşvaniyê bi dawî bû mêşvanan jî ji cihê ku lê diman hêdî hêdî dest bi vegerê kirin û wiha dewam kir: "Li Sarikamişê hingiv li gor par ji sedî 20 zêde ye. Îsal rewşa hewayê ji bo mêşvanan gelekî baş bû. Li gor lêkolînên ku me kir di kewarekê de nêzî 30 kîlo hingiv derket. Di vê heyamê de li herêma me jê 50 bicihbûyî 15 jî gerok bi tevahî 65 mêşvan hebûn. Kewarên hemûyan bi tevahî nêzî 10 hezarî bûn. Ji ber ku êdî hewa sar dibe mêşvan jî bere bere kewarên xwe tînin."
Ji mêşvanan Îsa Bayrakê ku ji Rîzeyê hatibû jî destnîşan kir ku mêşên wan di meha hezîranê de gelekî baş xebitîne û hingivê wan ji yên par zêdetir e, lê êdî ji ber ku hewa hêdî hêdî sar dibe wan jî dest bi amadehiyên vegerê kirine.