Sevim Hatun
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
HAKKARÎ
Mêşvanên ji Orduyê yên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê dest bi komkirina kewarên hingiv kir ku di demsala biharê de danîbûn çiya û baniyan.
Mêşvanên ji bo hingivê organîk mêşên xwe anîn zozanên Hekariyê dest bi xebatên komkirina hingiv kir.
Selîm Yilmazê li gundên cuda yên li navçeyê ev 30 sal in mêşvaniyê dike tevî hevalên xwe kewarên ku 5 meh berê danîbûn herêma Buyukçîftlîkê vekirin. Yilmaz got ku hingivê di kewaran de tînin konê ji bo hingiv çêkirine. Mêşvan li kon hingiv ji makîneyan derbas dikin û dikin bîdonan û ji bo firotinê amade dikin.
Yilmaz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku malbata wî mêşvaniyê dike, kalê wî jî li herêmên cuda mêşvanî kiriye û wiha axivî: "Em li ber destê bavê xwe, apên xwe hînî mêşvaniyê bûn. Ez cara ewil di sala 1987an de hatim Yuksekovayê. Ji wê salê vir va ez li vir mêşvaniyê dikim. Tenê serdema eskeriyê çûm û dîsa vegeriyam vir. Li Yuksekovayê ji 10an zêdetir mêşvanên ji Orduyê hene."
Yilmaz got ku hingivê li vir bi kalîte ye û wiha dewam kir: "Em li vir di bereqeyê de dimînin. Ava me heye. Em ji ciyê xwe û gelê herêmê memnûn in. Peywendiya me ya bi xelkê herêmê re baş e. Em hingiv dişînin li Enqere û Stenbolê difroşin."