BÎTLÎS - ŞENER TOKTAŞ
Şêniyên gundê Bogazonuya girêdayî bajaroka Kavakbaşiyê li benda çêkirina bendavê ne. Şênî gilîdar in ku ji ber lêbendêbûnê tu veberhênan li gundê wan nayên kirin.
Mixtarê Gundê Bogazonuyê Ethem Dalgalan der barê mijarê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Dalgalan got ku ev 51 sal in li gund der barê çêkirina bendavê de tê axaftin. Lê belê ji bo Bendava Ayşe Hatunê heya niha tu xebat nehatiye kirin.
Dalgalan diyar kir ku nobedarekî bendava ku dest bi çêkirina wê nakin teqawîd bû, nobedarê duyemîn jî ev 7 sal in li ser kar e. Dalgalan got ku li gundê wan lojman jî tuneye. Em bi derfetên di destê xwe de mamosteyên xwe bi cî dikin. Ji ber ku ji bo çêkirina bendavê tu veberhênan li gundê wan nayên kirin. An bila bendav bê çêkirin an jî bila ev ambargoya li ser gundê me rabe. Karên Avî yê Dewletê dibeje ku ji ber çêkirina nikarin veberhênan li gund bikin. Lê belê di ewraqên fermî de tê nîşankirin ku bendav hatiye çêkirin. Em êdî çêkirina bendavê naxwazin. Dixwazin ku veberhênan li gundê me bikin. Ji ber ku di fermiyetê de bendav qediya ye li gundê me pire, rê û malên tenduristiyê nayên çêkirin. Heyfa me nîne? Çi gunehê me heye ma me çi sûc kir?
Dalgalanan got ku heta niha derdên xwe ji hemû rayedaran re gotin, lê belê ji kesekî jî bersiveke erênî nestandin û ji bo çareserkirina vê meselê ji serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan arîkarî xwest.
Dalgalanan diyar kir ku heke bendav bê çêkirin dê gundê wan jî di bin avê de bimîne. Di gel vê yekê rayederan tu rê nîşanî wan nedan. Dalgalanan got ku êdî naxwazin ji gundê xwe derkevin.
Gundî Îkram Dalgalanan jî dest nîşan kir ku ji bo çêkirina bendavê tu xebat nayên kirin û got ku gava çêkirina bendavê dihat axaftin hêj ez nehatibûm dinê. Ji ber bendavê tu veberhênanên gundê me tunene. Êdî bes e, em kerixîn. Ji vir nobedar teqawîd bûn. Navê bendavê heye, lê bendav tuneye. Heke ku bendav qediya be, naxwe em di nav avê de dijîn?
Arîkarê Midûrê Wanê yê Herêma 17mîn yê Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) Mahîr Arslan diyar kir ku Bendava Ayşe Hatun bi qanûna jimara 4628 di sala 2005an de dewrî saziyên taybet kirine.
Arslan got ku saziyên taybet di qada ku dê bendav bê çêkirin de, li gor daneyên rojane xebatên xwe yên fizîbilîteyê didomînin. Hemû pêvajoya vê bendavê ji hêla Midûriya Serokiya Daîra Hîdroelektrîkê ve tê şopandin.