ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê (Riha) di serayan de bi saya serê vejena jeotermalê çandina nebatên xemlê her ku diçe zêdetir dibe.
Riha piştî avakirina Bendava Ataturkê li herêmê wek bajarê çandiniyê tê zanîn û di demên dawîn de jî serevanî roj bi roj pêşve diçe. Niha cotkarên Rihayê vejena jeotermalê bikartînin û nebatên xemlê diçînin û wan nebatan di bazarên li welêt û derveyê welêt de difroşin.
Ji cotkaran Fuat Gomruk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê ev demeke dirêje ku fringî tên çandin lê di 3 salên dawîn de çandina nebatên xemlê dest pêk kir.
"Em ji her derê re dişînin"
Gomruk destnîşan kir ku kara ji nebatên xemlê tê ji fringî û sewzeyan zêdetir e û wiha pê de çû: "Me dît ku li herêma me nebat zêde nayên çandin û me jî dest bi vî karî kir. Şikir ji Xwedê re karê me niha gelek xweş e ew nebatên ku em li vê derê datînin dişînin bajarên din û derveyê welêt. Berê ji Antalya, Bursa û Mersînê nebat dihatin lê niha em ji wan bajaran re dişînin.
Gomruk qala avantajên vejena jeotermalê kir û ragihand ku di sala pêş me de wê çandina nebatên xemlê derxin du qatî.
Serokê Komeleya Yekîtiya Serevanên GAPê Muslum Yanmaz jî got ku serevanî li herêmê roj bi roj zêde dibe. Cotkaran jî niha berê xwe danê nebatên xemê.
Serokê Şaxa Odeya Endazyarên Ziraetê Alî Riza Ozturkmen jî ragihand ku li herêmê sektora çandiniyê pêşve diçe û bala sermayedarên biyanî jî dikşîne ser xwe.