Behlül Çetinkaya
14 Adar 2022•Rojanekirin: 15 Adar 2022
Bi civîna sêalî ya wezîrên karên derva yên Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê, Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê û Konferansa Navbeynkariyê ya Stenbolê va Tirkiye li dinyayê bû ew welat ku nebza dîplomasiyê li wir lê da.
Peyamnêrê AAyê çalakî û hevdîtinên ku li Tirkiyeyê di nava hefteyekê da hatin kirin û her wiha encamên van hevdîtinan berhev kir.
Hevdîtina ewil a girîng a hefteyê bi ziyareta Îsraîlê ya bi asta Serokomar a ku bi salan şûnda ji bo Tirkiyeyê hat kirin, dest pê kir. Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog di ziyareta xwe ya 9ê Adarê da digel Serokomar Recep Tayyip Erdogan hat cem hev. Di vê hevdîtinê da sozê pêşxistina peywendiyan derket pêş.
Ji aliyekî din va hefteya çûyî bi rojeva Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê va dest pê kir û Tirkiyeyê gazî wezîrên karên derva yên Rûsya û Ukraynaya ku şer dikin jî kir ku bên Antalyayê û hevdîtinê bikin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê da eşkere kir ku herdu wezîran jî qebûl kir ku li Antalyayê bên cem hev.
Bi vê daxuyaniyê va bala çapemeniya hemû dinyayê jî ber bi Antalyayê veguhezî.
Nêzî 400 rojnamegerên xwecî û biyanî ji bo ku di 10ê adarê da di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) da civîna wezîrên karên derva yên Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê bişopînin, hatin Antalyayê.
Her wiha ev civîn ji destpêka êrîşên ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin yanî ji 24ê sibatê heta niha, bû hevdîtina ewil a rayedarên payebilind. Tirkiyeyê di civînê da destnîşan kir ku divê korîdorên însanî vekirî bimînin.
- Erdogan û Aliyev ewlehiya vejenê ya Ewropayê guftûgo kir
Di heman roja ku ev hevdîtin hat kirin da li Antalyayê Konferansa Navçêtiyê ya Stenbolê ya 8em dest pê kir. Pêşeng, siyasetmedar, dîplomat, pispor, akademîsyen û xwendekar jî tê da ji 200î jortir meriv beşdarî Konferansa Naçêtiyê ya Stenbolê bû.
Di konferansê da Wezîrên Karên Derva yên Filistîn û Kuweytê axivîn, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Ewlehî û Tevkariyê jî bi rêya vîdeo konferansê beşdar bûn.
Dîsa di 10ê adarê da Serokomar Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev hevdîtin kir.
Her du Serokomar li Enqereyê civiyan û li ser rewşa dawîn a şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, têkiliyên du alî, tevkariya navbera her du welatan û ewlehiya vejenê ya Ewropayê sekinîn.
- Li Antalyayê Erdogan 11, Çavuşoglu jî 67 hevdîtinên dualî kir
Îsal ji 3 hezarî zêdetir kes beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) bûn.
Ji 75 welatan 17 serokên dewlet û hikûmetan, 80 wezîr û 39 nûnerên teşkîlatên navneteweyî beşdarî forumê bûn.
Di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê da Serokomar Erdogan 11, Wezîr Çavuşoglu jî 67 hevdîtinên dualî kir.
Ji bilî vê serokên dewletan, wezîr û nûnerên teşkîlatên navneteweyî jî di navbera xwe da gelek hevdîtinan kirin.
- Ji Yewnanistan û Ermenistanê peyamên erênî hatin dayîn
Di ADFyê da hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bala medyayê kişand
Mirzoyan û Çavuşoglu der barê hevdîtina di navbera xwe da peyamên baş dan medyayê.
Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakisê di 13ê adarê da hat Tirkiyeyê jî bi Erdogan ra hevdîtinek kir.
Di vê hevdîtinê da jî peyamên erênî hatin belavkirin.