Nihat Kavşut
19 Hezîran 2021•Rojanekirin: 22 Hezîran 2021
Serdar Karakagozê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvberiyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) diyar kir ku bi Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê va projeya navnetewebûnê dan destpêkirin û got, "Em rojeke wisa derbas dikin ku guhê dinyayê li Antalyayê ye. Em wekî AAyê foruma dîplomasiyê bi 13 zimanan dinivîsînin û digihînin dinyayê."
Foruma di hîmayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da, bi mazûvaniya Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva li Navenda Kongreyê ya NESTê ya li Herêma Turîzmê ya Beleka Antalyayê tê kirin dewam dike. AA Hevkarê Ragihandina Global a forumê ye.
Karagozê Serokê Lineya Rêveberiyê ya AAyê beşdarî vekirina forumê bû û standa AAyê ya di çarçoveya forumê da hat vekirin ziyaret kir û agahî hilda. Karagoz bi xebatkarên AAyê yên li forumê wezîfeyê dikin ra wêne kişand. Karagoz daxuyanî da û got ji ber AA partnerê forumê ye gelekî kêfxweş in.
Karagoz bi bîr xist ku hema bêje hemû kesên bi dîplomasiyê ra eleqededar dibin li forumê ne û wiha pê da çû:
"Hemû misyonên dîplomatîk ên li Tirkiyeyê li vê derê tên temsîlkirin. Bi heman awayî gelek Wezîrên Karên Derva û Serok jî li vê derê ne. Lûtkeya Serokan jî parçeyê vê derê ye. Em rojeke wisa derbas dikin ku guhê dinyayê li Antalyayê ye. Em wekî AAyê foruma dîplomasiyê bi 13 zimanan dinivîsînin û digihînin dinyayê. Antalya dibe navenda dîplomasiyê. Hûn jî dizanin ku civîna G20î jî li Antalyayê hatibû kirin. Wisa tê dîtin ku di roj, meh û salên pêşiya me da Antalyayê bibe navenda dîplomasiyê û hema bêje di her mijarê da li Antalyayê axaftinên werin kirin û Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ew ê hêzdar bibe."
"Weşanên me di forumê da eleqeyeke mezin dîtin"
Karagoz got ji Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva û kesên keda wan tevlî vê derê bûne ra sipas dike AAyê xeberên forumê li dinyayê belav bike.
Karagoz AA bi tenê wekî partnerê medyayê li vê derê nîne, wekî rêveberî jî li forumê ye û wiha axivî:
"Lewra me projeya navneteweyîbûnê ya AAyê da destpêkirin. Li qada navneteweyî ne bi tenê vekirina nûnertiyan di heman demê da bi avakirina networkên navneteweyî va mimkûn dibe ku navneteweyî bibin. Li vê derê hemû misyonên navneteweyî hene. Wezîrên Karên Derva li vê derê ne. Em wekî AAyê bi wan ra hevpeyvînan dikin, têkiliyên baş datînin. Hema bêje li hemû welatên dinyayê nûnertî yan nûçegihanên AAyê hene. Li hin welatên girîng ofêsên me yên mezin hene. Em ê hêza van ofêsan zêde bikin. Bi taybetî di heyama nû da AAyê lezê bide weşanên Îngilîzî û projeya navneteweyîbûnê. Weşanên me yên navneteweyî ew ê di zimanên din da jî dewam bikin. Bi heman awayî xabetên me yên pirtûkan û çalakiyên weşana xitabî qada navneteweyî dikin jî hene. Îro li di forumê da weşanên me gelekî eleqe dîtin."
Karagoz got ne bi tenê mijarên siyasî, AA di mijarên din da jî weşana bi zimanên cuda didomîne û wiha pê da çû: "Em ê bi heman awayî hêzdar bikin û bidomînin. Em dixwazin di pêvajoya pêşiya me da AAyê di nav 3 ajansên herî hêzdar ên dinyayê da bibînin. Ev ajans jixwe tên zanîn. AAyê li pêşiya wan bikeve."