ŞANLIURFA
Cemîle Evdiya ku piştî êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê, tevî mêrê xwe nêzî 4 mehan li gundekî xwe veşart, ji bo were dermankirin anîn Tirkiyeyê.
Hêzên kurdan Evdiyê li gundê ku xwe veşartibû dîtin. Evdiyê ji bo ku li Tirkiyeyê were dermankirin ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbasî Tirkiyeyê kirin. Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleyê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê.
Kurê Evdiyê Azadî Beko daxuyanî da rojnamevanan û got diya min û bavê min piştî êrîşên DÎŞIyê xwe li gundê Pirvirê veşartin.
Beko wiha axivî: "Bavê min li wir mir, diya min jî nêzî 4 mehan xwe li gund veşart. Piştî ku hêzên DÎŞIyê vekişiyan, hêzên kurdan diya min dîtin."